Hewlêr: Îranê dîsa bi dronan êrîşê partiyên Rojhilat kir

Hewlêr: Îranê dîsa bi dronan êrîşê partiyên Rojhilat kir

PeyamaKurd - Li navçeya Çomanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, bi dronekê êrîşî kampa Komeleya Zehmetkêşan a Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleyê Elî Rencberî ragihand ku êrîş li herêma Dola Alanê pêk hatiye û dron ji aliyê Hacî Omeranê ve hatibû, lê di vê bûyerê de tu zirarên canî çênebûne û tenê ziyanên madî gihîştine herêmê.

Rencberî da zanîn ku ji destpêka aloziyan ve baregehên wan bi sedan caran bûne armanca êrîşên dronan.

Li gorî amarên hatine berhevkirin, ji destpêka şer û pevçûnan ve bi zêdetirî hezar moûşek û dronan êrîşî axa Herêma Kurdistanê hatiye kirin ku di encama van êrîşan de heta niha 32 kesan jiyana xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne.