Kurdên Rojava ji bo Başûr daketin kolanan: Êrîş protesto kirin

Kurdên Rojava ji bo Başûr daketin kolanan: Êrîş protesto kirin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê bajarên Amûdê û Girkê Legê, ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên moşekî û dronî, meşên girseyî yên protestoyî hatin lidarxistin.

Li bajarê Amûdê îro 30yê Adarê bi sedan kes, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî meşê bûn û êrîşên aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc, bi tundî şermezar kirin.

Di meşê de alayên Kurdistanê û dirûşmên ji bo yekîtiya neteweyî û piştgiriya Pêşmerge hatin bilindkirin.

Li bajarokê Girkê Legê jî xelkê bi helwesteke niştimanî piştgiriya xwe ji bo saziyên Herêma Kurdistanê nîşan da û diyar kir, êrîş nikarin vîna gelê Kurd bişikînin û êşa Başûr, êşa hemû Kurdan e.