PeyamaKurd – Li gor rêjeyên Yekîtiya Îxracatvanên Tirkiyê; li seranserê Tirkiyê di nav 9,5 mehan de îxracata sebze û meyweyên ter %41 zêde bûye û gihaye 3,3 milyar dolarî. Ji temamê îxracatê %21ê wê ji aliyê Yekîtiya Îxracatvanên Rojavayê Derya Sipî (BAİB) de hatiye kirin.
Rêjeyên li jorê yên di navbera mehên 01.01.2026 û 15.10.2026an de ne. Li devera BAİBê îxracat di heman wextî de %27 zêde bûye û miqdarê îxracatê gihaye 702 milyon dolarî. Li gor grûbên sebze û meyweyan îxracat weha hatiye kirin:
Sebze : 427 milyon dolar
Meywe: 258 milyon dolar
Narenciye: 17 milyon dolar
Di nav sebzeyan de, di rêza yekem de îsot hene ku bi 209 milyon dolarî îxracatê kirine. Di pey îsotê de bi 143 milyon dolarî firingî an jî bacanên dor tê û di pey de jî bi 96 milyon dolarî gilyaz (kiraz) hatiye îxrac kirin.