Rêjeya îxracata GAİBê ya meyweyên hişk diyar bû: 183,9 milyon dolar

Rêjeya îxracata GAİBê ya meyweyên hişk diyar bû: 183,9 milyon dolar

PeyamaKurd – Girêdayê Yekîtiya Îxracatvanên Başûr-Rojhilatê Anedolê (GAİB) 9 bajar hene û ji her 9 bajaran di navbera 01.01.2026an û meha Êlûna 2026an de, bi temamî bi miqdarê 183,9 milyon dolarî îxracata meyweyên hişk hatiye kirin.

Di rêza ewilî de di nav îxracatê de bi 65 milyon û 837 hezar dolarî mişmişên hişk hene. Bi 34 milyon û 749 hezar dolarî mişmişên hişk îxracê Almanya kirine.

Fistiqên bajarê Dîlokê (Antep) di rêza duyem de ne û bi 64 milyon û 81 hezar dolarî îxracê kirine. Ji meyweyên din yên hişkkirî jî bi temamî 19 milyon û 551 hezar dolarî dahatê bi dest xistine.

Îxracata mişmiş û fistiqên Entabê di nav temamê îxracatê de ciyê wan dike %70,6. Di rêzê de bi 34 milyon û 749 hezar dolarî Almanya, bi 20 milyon û 926 hezar dolarî Îtalya, bi 15 milyon û 90 hezar dolarî DYA, bi 10 milyon û 25 hezar dolarî Fransa û bi 8 milyon û 479 hezar dolarî Kazakistan tê.