PeyamaKurd – Dezga Rêjeyan ya Tirkiyê (TÜİK) bi wezareta bazirganiya Tirkiyê re rêjeyên îxracata Tirkiyê ya meha Tebaxê belav kir. Li gor rêjeyan îxracata Tirkiyê; di meha Tebaxê de li gor sala berê meha Tebaxê; %8,1 zêde bûye, gihaye 23 milyar û 467 milyon dolarî.
Îtxala Tirkiyê jî %10,5 zêde bûye û gihaye 28 milyar û 706 milyon dolarî. Ji ber îtxalat ji îxracatê zêdetire jî valahiya bazirganiya derve jî zêdeye.
Ev tê vateya îxracat nikare îtxalatê bike weka hev, di sala 2025an de ev nisbet %83,5 bû lê niha dikare %81,7ê îtxalatê bihingêve.