PeyamaKurd – Wezîrê rewşenbiriyê û geştiyariyê Mehmet Nuri Ersoy li bajarê Îstenbolê li ser dahata sektora geştiyariya Tirkiyê axifî. Ersoy ragihand ku tevî alozî û şerê li Rojhilata Navîn, Tirkiye di her 4 mehên dawiyê de, di seha geştiyariyê de 25 milyar û 526 milyon dolar dahatê bi dest xistiye.
Ev rêje di temamê 9 mehên dawiyê de, dike 51 milyar û 278 milyon dolar ku di dîroka komara Tirkiyê de dahata herî zêdeye.
Li gor sala berê, her geştiyarekî li gor heman çaxa sala borî îsal rojane bi zêdebûna %4,6 xerckirina pere zêde kiriye û serê mirovê gihaye 107,7 dolarî.
Di nav 9 mehan de geştiyarên biyanî serê mirovê rojane 119,9 dolar xerc kirine û welatiyên Tirkiyê yên li derveyê welat dijîn her yekî rojane 72,2 dolar xerc kirine.
Di her 4 mehên ewilî yên salê de, 23 milyon û 374 hezar geştiyar seredana Tirkiyê kirine û di nav 9 mehan de ev jimare bûye 49 milyon û 132 hezar.
Di nava geştiyarên welatan de jimara herî zêde ji Rûsya, Almanya û Brîtanya çûne Tirkiyê. Ji Rûsyayê 5,70 milyon, ji Almanya 5,17 milyon û ji Brîtanyayê 3,20 milyon kes seredana Tirkiyê kirine.
Geştiyar di seredana xwe de, di 4 mehên dawiyê de, her yek di nav hev de 10,69 roj maye û di 9 mehan de jî her yekî 10.34 roj li Tirkiyê maye.