Jimara heywanên biçûk li seranserî Tirkiyê gihaye 60,8 milyonî

Jimara heywanên biçûk li seranserî Tirkiyê gihaye 60,8 milyonî

PeyamaKurd – Li Tirkiyê û Kurdistanê jimara ajalên biçûk gihaye 60,8 milyon ajalî. Jimara heywanên biçûk her diçe zêdetir dibe.

Serokê yekîtiya TÜDKİYEBê ya Tirkiyê Turan Saldırıcıer ragihand ku di sala 2023an de 52,4 milyon heywanên biçûk hebûne û jimare kêm bûye. Lê di nav 5 salên dawiyê de jimara heywanan gihaye 60,8 milyonî.

Saldırıcıer ragihand ku li gor rêjeyên dezga rêjeyan ya Tirkiyê (TÜİK); jimare li sernserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi temamî, jimar gihaye 60 milyon û 815 hezarî.

Jimareyên berê yên sala 2021an 57,5 milyon, di sala 2022an de 56,3 milyon û di sala 2023an de 52,4 milyon bûne. Di sala 2024an de rêje 54,9 milyon, di sala 2025an de jimare derketiye 57,9 milyonî.

Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê jimara heywanan gelek kêmbû ji ber ku derxistina heywanan ji bo zozanan qedexe bû, 5 hezar gund vala bûn û xelkê debara xwe bi heywanan dikirin heywana qelandin û koçî Anedolê bûn.

Çend sale xelkê heywanan xwedî dikin, dikarin herin zozanan, heywanên xwe xwedî bikin û jimara wan zêde bikin.