PeyamaKurd – Wezîrêkarên nav xwe yê Tirkiyê Mustafa Çiftçi ragihand ku li Tirkiyê koçberên ku xwediyê mafê mayîna koçberiyêne, jimara wan 3 milyon 632 hezar û 64 kesên biyanîne. Wezîr Çîftçi got ku ji wan koçberan 2 milyon û 264 hezar û 984 kes ji koçberên Sûriyêne.
Wezîr Mustafa Çiftçi di civîna parlementeran ya şêwrê û ravekirinê de ragihandina xwe kir. Çiftçi di civînê de behsa xebata daîra giştî ya koçberan û AFADê de axifî û rêjeyên li jorê ragihand.