Rêjeya Sûriyeyiyan ya li Tirkiyê hat ragihandin

Rêjeya Sûriyeyiyan ya li Tirkiyê hat ragihandin

PeyamaKurd – Ji sala 2016an heya îro koçberên Sûriyê yên ji şerê nav xwe reviyan Tirkiyê û jimara ku heya niha dageriyane welatê xwe, rêjeya wan hat belavkirin.

Rêje ji aliyê wezareta karên navxwe ya Tirkiyê de hat ragihandin. Ji sala 2016an heya niha koçberên bi dilê xwe ji Tirkiyê dageriyane Sûriyê jimara wan ji 1 milyon û 407 hezarî derbas kir. Jimara kesên ku ji roja 08.12. 2024an heya niha dageriyane Sûriyê 667 hezar û 565 in. Jimara kesên koçber yên niha di bin sîwana Tirkiyê de ne, 2 milyon 280 hezar û 542 e.

Li gor rêjeyên Neteweyên Yekgirtî beşa Komseriya bilind ya koçberan; ji 08.12.2024an heya niha texmînî 1 milyon 630 hezar û 874 Sûriyeyî dageriyane welatê xwe. Di nav wexta navborî de, jimara herî zêde di ser Tirkiyê de bûye û jimare 639 hezar û 995 e.

Ji ber Sûriyeyî li seranserê dinyayê belav bû, yên dageriyane Sûriyê ne tenê ji Tirkiyê dageriyane.