Ji serê meha Tebaxê heya niha li Sûriyê 16 kes ji ber teqîna mayinan mirine

Ji serê meha Tebaxê heya niha li Sûriyê 16 kes ji ber teqîna mayinan mirine

PeyamaKurd – Çalakvanên Rêxstina SOHRê yên Sûriyê ragihandin ku ji bermayiyên şerê navxwe yê Sûriyê mayînên ku erdê de çandibûn û nehatibûn paqijkirin hinek ji wan teqiyane û di encamê de 16 kes mirine û ji 41 kesan zêdetir kes birîndar bûne.

Tehdîda mayînan û teqemeniyên din yênçandîne lis er xelkê Sûriyê dewam dike. Bi taybetî ji bo zarok, şivan û cotyaran tehdîde.

SOHRê ragihand ku ji serê Tebaxê heya niha 16 kes mirine û 41 kes jî ji ber teqemeniyan birîndar bûne. Din av birîndaran de weslên bedena wan zerarê dîne, hene wesleyên xwe wenda kirine û hene ku giran birîndar bûne.

Ev rêje, bi taybetî li ciyên ku şer lê nemane zêdene û bi taybetî li bajarên Idlibê, Şamê, Humusê, Dêrezorê, Hama û Der’ayê zêde diqewimin.

Çalakvanên SOHRê belge kirine ku 16 sîvîl mirine; 11 ji wan zilamin, 4 zarokin û jinekî miriye. Ji 41 birîndaran 23 mêrin, 17 kes zarokin û yek ji wan jine e.