Ji serê salê de heya niha Tirkiyê 20,9 milyar dolar îxracatê kir welatên cîran

Ji serê salê de heya niha Tirkiyê 20,9 milyar dolar îxracatê kir welatên cîran

PeyamaKurd – Tirkiye ji serê salê heya niha bi miqdarê 20 milyar 931 milyon dolar û 878 hezar dolarî mal firotiye Azerbaycan, Bulgaristan, Gurcistan, Iraq, Îran, Suriye û Yunanistanê. Miqdarê ku maş şandiye li gor sala borî ya eynî çaxî firotina mal %3,2 zêde bûye.

Li gor rejeyên wezareta bazirganiyê ya Tirkiyê; îxracata Tirkiyê bi temamî di nav salekî de %5,2 zêde bûye û temamê îxracata Tirkiyê gihaye 210 milyar û 973 milyon dolarî.

Di nav temamê Deweletên navborî de îxracata Tirkiyê herî zêde bi Iraqê re heye. Miqdarê malên şandiye Iraqê li dora 6,7 milyar dolariye û Bulgaristan di pey Iraq’ê de tê ku îxravcata wê dike 3,9 milyar dolar. Di pey de Bulgaristan bi 3,9 milyar dolarî û Yunanistan bi 2,2 milyar dolarî Bulgaristanê taqîb dike.