PeyamaKurd – Herêma Başûrê Rojhilatê Anedolê di sala 2026an de, di 6 mehên ewilî de, bi 121 milyon û 418 hezar dolarî îxracata meyweyên hişk û berhemên wan kir.
Li gor rêjeyên Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Anedolê (GAİB); di 6 mehên ewilî yên sala 2026an de, 12 hezar û 769 ton berhem, îxracî 85 welat û herêmên serbest kirine.
Berhema ku herî zêde firoine an îxrac kirine, fistiqên Dîlokê (Entab) ne ku bi 48 milyon û 648 hezar dolarî firotine. Mişmişên hişk bi 34 milyon û 516 hezar dolarî firotine. Hêjîrên hişk jî bi 13 milyon û 992 hezar dolarî firotine û di rêza sêyem de ye.
Îxracata gûzan (giwîz) jî balkêşe. Di grûba berhemên giwîzan de, bi 4 milyon û 135 hezar dolarî îxracatê kirine û di rêza 5.em de ne.
Piraniya îxracatê kirine welatên Yekîtiya Ewrûpayê. Di 6 mehan de, bi 67 milyon û 67 hezar dolarî îxracatê kirine YEyê. Bi 15 milyon û 304 hezar dolarî mal firotine parzemîna Amerîkayê. Bi 10 milyon û 196 hezar dolarî mal firotine dewletên Tirkî.
Almanya di rêza yekî de ye ku bi 23 milyon û 77 hezar dolarî mal firotinê. Îtalya bi 19 milyon û 44 hezar dolarî di rêza duyem de û bi 8 milyon û 606 hezar dolarî di rêza sêyem de ye.
Di sala borî de, ji ber li seranserê Bakûrê Kurdistanê cemed, zîpik û teyrokê li darên fêkiyan xist rewşa Kurdistanê bi temamî nebaş bû lê îsal gelek baştire. Bi taybetî li devera bajarê Meletiyê û bi qismî bajarê Xarpêt û Semsûr jî hilberîna mişmişan dike, rewşa wan ya sala borî ciyê mixabinê bû.