PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Demkî a Sûriyeyê Ehmed El Şera bi şandeyeke fermî ya ku Wezîrê Karên Derve Esad El Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra, Wezîrê Darayî Mihemed Yisir Berniya û gelek berpirsên din tê de bûn, gihîşt paytexta Erebistana Siûdî Riyadê.
Şandeya Sûriyeyê li wir bi Emîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman re civiya û di hevdîtinê de geşedanên herêmî hatin nîqaşkirin, her wiha di navbera her du welatan de gelek peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.
Li gorî ajansên fermî yên her du welatan, peymanên ku di warên pîşesazî, parastin, çandinî û binesaziyê de hatine îmzekirin, bi giştî derbasî qada fînansekirina 6 projeyên sereke bi nirxê zêdetirî 403 milyon dolarî dibin.
Di vê çarçoveyê de; 90 milyon dolar ji bo nûvekirina stasyona kehrebeyê ya li Helebê, 30 milyon dolar ji bo gihandina ava vexwarinê, 105 milyon dolar ji bo avakirina 25 navendên parastina sivîlan, 60 milyon dolar ji bo temîrkirina 10 hezar yekîneyên niştecihbûnê, 100 milyon dolar ji bo nexweşxane û navendên tenduristiyê û nêzîkî 18 milyon dolar jî ji bo pêşxistina saziyên Wezareta Darayî hatine veqetandin.
Hate diyarkirin ku ev pere di nava 20 salan de dê werin dayîn û ji bo deynên bi merc in.