Aboriya Çînê her diçe xwurtir dibe

Aboriya Çînê her diçe xwurtir dibe

PeyamaKurd – Her çendîn di meha Nîsanê de şer li Rojhilata Navîn hebû, rêya petrolê ya Hurmizê asê bû û li seranserê dinyayê krîza enerjiyê hebû û niha dewam jî dike, reşwa hecma îxracata Çînê gelek zêde ye.

Li gor rêjeyên Îdara Giştî ya Gumrikên Çînê; di îxracata salane de %14,1 zêdebûn heye û reqema îxracatê gihaye 359,4 milyar dolarî. Ev rêje li gor mehan dibe asta herî bilind ya îxracatê.

Di heman wextê de îtxala Çînê salen %25,3 zêde bûye û gihaye 274,6 milyar dolarî. Li gor meha Nîsanê zêdetiya îxracata Çînê 84,8 milyar dolare.