Asayîbûna têkiliyan: Bazirganiya rasterast a Tirkiye-Ermenistanê dest pê dike

Asayîbûna têkiliyan: Bazirganiya rasterast a Tirkiye-Ermenistanê dest pê dike

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî ragihand ku amadehiyên burokratîk ên ji bo destpêkirina bazirganiya rasterast di navbera Tirkiye û Ermenistanê de temam bûne.

Hate diyarkirin ku li gorî rêziknameya nû êdî kelûpelên di ser welatekî sêyem re diçin an tên, dê xala wan a gihîştin û derketinê bi fermî wekî "Ermenistan/Tirkiye" were nivîsandin.

Ev pêngav wekî nîşaneyeke girîng a asayîbûna têkiliyên aborî di navbera herdu aliyan de tê dîtin ku ji sala 2021ê û vir ve bi rêya nûnerên taybet dihat meşandin.

Xeta rêya hesinî ya Qers-Gumruyê vedibe

Keçelî herwiha destnîşan kir ku xebatên teknîkî yên ji bo vekirina sînorê bejayî yê hevpar berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de piştî civîna 28ê Nîsanê ya li Qersê biryar hatiye dayîn ku xeta rêya hesinî ya Qers-Gumruyê ku ji sala 1993yan ve girtî ye, bi lez were nûkirin û bixebite.