PeyamaKurd – Serokê Banka Navnedê ya DYA (FED) yê nû Kevin Warsh bi rêvebiriya bankayê re civîna xwe ya yekem çêkir. Di encama civînê de nisbeta faîza bankayê neguhertin û di asta berê de yanî di navbera 3,50-3,75an de sabît hiştin.
Rêvebiriya bankayê her weha xwest ku rezervên bankayan bila têra tê xwestin biparêzin. Xebatên darayî tevî ji ber şerê li Rojhilata Navîn zelal nîne jî, di rêya xwe de dewam dike.
Di sektora enerjiyê de bihayên zêde, dike ku enflasyon zêde bibe û di ser hedefa bankayê ya 2an de ye lê rêvebirî biryardare ku îstîqrarê biparêze.
Di metna vê civînê de xwuya dike ku dê ci pêşde hinekî faîzê daxînin û metna vê civînê ji yên berê kurttir e.