PeyamaKurd – Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) faîzan daxist %37an û rêvebirên bankayên din jî li Diyarbekirê civiyan û ragihandin ku dê roja Duşemê faîzên xwe %2-3 daxînin.
Daxwuyaniya rêvebirên bankayên din piştî Banka Navendî faîza xwe li dora 300 bazan daxist, ew jî biryara daxistina faîzan dan.
Li Diyarbakirê karsaz û rayedarên bankayan yên di asta bilind de civiyan. Serokê giştî yê Yekîtiya Borsa û Odeyan yê Tirkiyê (TOBB) Rifat Hisarcıklıoğlu; bi rêvebiriên giştî yên bankayên Vakıf Bank, Ziraat Bank û Halkbankê civiya û rewşa dawiyê ya heyî ya fînansê rave kirin. Hisarcıklıoğlu got:
“Sektora me ya bankayê bê navber divê faîza bi nisbeta %3an yekser daxîne. Banka Navendî di serê heftê de faîzan bi %37 dewam kir û faîz %3 daketin. Rayedarên bankayan jî vê fikra me maqûl qebûl kirin.”
Rayefdarên bankayan jî qebûl kirin ku roja Duşemê faîzan daxînin.
Rayedar ragihandin ku şerê di navbera PKKê û Tirkiyê de zerara Tirkiyê 2,3 trilyon dalar e.