PeyamaKurd- Heyetên Çînê û Amerîkayê di prensîbên bazirganiya navbera her dû dewletan de lihev kirin. Li gor ajansa Şinhuayê, cîgirê serokwezîrê Çînê Liu Hi û wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin ku herkes serokatiya heyetên xwe dike, di mijarên bingehîn de lihev kirine.
Her dû alî di hevdîtinan de li seha mafên hevpar, transfera teknolojiyê, mulkiyeta fikrî, muxafiyeta bacê, sektora zîrî û xizmetê, mêzêna bazirganiyê û di rêvebiriyê de bi kûrahî bi hevre têkiliyan danîne.
Serokê Çînê Şi Cinping piştî lihevkirina her dû aliyan ya Mnuchin û Lighthizer wan kir mêvan û got:
“Hevkarî bo her dû aliyan baş e. Dijberî zerarê dide herkesî. Hevkarî, bijarteya herî baş e.”
Civîna bê, wê di hefteya pêşiya me de be û li Washingtonê be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin