PeyamaKurd – Li seranserê Kurdistanê û Tirkiyê çinîna û raxistina tirî dewam dike. Bi taybetî li bajarê Manisayê tirî li avtêzê dixin û bi sed metreyan li ser brandayan radixin da mewijan bi dest bixin.
Bajarê Manisa li Tirkiyê navendekî tirî û mewijên bê dendike. Li bajêr 1 milyon dekar tenê baxçên tirîye û rezvan serê siba zû diçin nav tiriyên xwe û diçinin. Bi taybetî li deşta Saruhanliyê dîmenên bê hempa yên raxistina tirî tên dîtin.
Tiriyên ku bi hezir diçinin, dixin kaseyan, yên xwarinê dişînin bazaran û yên mewijan jî li ber tavê radixin. Mewijên çêdikin, dişînin bazara hundir û derveyê Tirkiyê ji bo firotinê. Piraniya mewijên bê dendik ji Manisayê dikeve bazara seranserê Kurdistanê jî.
Her çendîn Deşta navça Îslahiya bajarê Dîlokê ciyê hilberîna tirî û mewijaye jî, bajarê Manisayê bûye navendekî hilberîna tirî.
Li bajarê Manisayê salane bi bihayê 500 milyon dolarî mewij û bi bihayê 200 milyon dolarî jî tirî îxrac dikin.