PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê wîlayeta Bavyera ya Almanyayê Joachim Herrman, daxwaz kir ku penaberên Sûrî yên muxalîfên Esed ku potansiyela wan a sûcan heye bên dersînorkirin.
Wezîrê Almanî Herrmann, herwiha diyar kiriye ku ew kesên îhtimala wan a sûcan heye û bêne dersînorkirin jî wê bo Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê bên şandin.
Li aliyê din Wezîrê Navxwe yê wîlayeta Saksonya ya Almanyayê Boris Pistorius ku ji Partiya Sosyal Demokrat e li dijî wê daxwazê derketiye û gotiye, nabe qedexeya dersînorkirinê bê betalkirin.
Pistorius herwiha diyar kiriye ku ji bo dersînorkirinê jî ti navendeke vegerandinê nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin