PeyamaKurd - Enstituya Aboriyê ya Alman ragihand ku şîrketên Almanya di 6 mehên salê yên ewilî de li Çînê veberhênanên xwe %33 zêde kirine lê veberhênanên xwe yên li Amerîkayê %65 kêm kirine an ku kêm bûye.
Enstitu, roja duşemê, li gor rêjeyên banka navendê yên Almanyayê ragihand ku şîrketên Almanya li Çînê bi miqdarê 5,6 milyar Avro veberhênana xwe, di 6 mehan de zêde kirine û li gor heman wextê yê sala borî veberhênana xwe %33 zêde kirine.
Li gor rêjeyan; kara şîrketên Almanya yên di sala 2025an de car din xistine veberhênanê û kara wan bûye 7,8 milyar Euro. Li gor rêjeyên enstituyê yên berê, şîrket bi miqdarê 7 milyar euro veberhênanê kiribûn.
Veberhênanên şîrketên Ewrûpayê ji bo dema dirêj di navbera salên 2020an û 2025an de di nav hev de, di nav 6 mehan de her meh dike 5,6 milyar Avro.
Veberhênanên şîrketên Almanya yên li DYAyê jî her diçe kêm dibe û heya niha %65 daketiye.