PeyamaKurd - Kompaniya Norveçî ya enerjiyê DNO'yê eşkere kir ku wan li qada Tawkeyê ya Zaxoyê ji nû ve dest bi hilberîna petrolê kiriye.
Hat ragihandin ku piştî nûkirina operasyonan û kolana 8 bîrên nû, di 28ê Hezîranê de li Tawkeyê û di 11ê Tîrmehê de jî li qada Pêşxabûrê xebat dest pê kirine.
Lê dîsa jî daneyên çaryeka duyem a sala 2026an nîşan didin ku hilberîna rojane %99,9 daketiye û tenê di asteke gelekî kêm de maye.
Rêveberiya kompaniyê diyar kir ku firotina neftê ya li Herêmê gihîştiye asta sifirê.
Rêveberiya DNO'yê destnîşan kir ku ji bo zêdekirina lezgîn a hilberînê bicîkirina 3 şertên bingehîn pêdivî heye.
Ji bo çareserkirina vê krîzê û zêdekirina derfetan, di civînên aborî de biryarên nû hatin dayîn ku rewşa neftê zû ber bi başbûnê ve biçe.