HKN Energy hemû karên xwe yê li Kurdistan û Îraqê rawestand

HKN Energy hemû karên xwe yê li Kurdistan û Îraqê rawestand

PeyamaKurd - Kompanişa HKN Energy ya ku navenda wê li eyaleta Teksas a Amerîkayê ye, ragihand ku ji ber metirsiyên ewlehiyê û zêdebûna aloziya serbazî ya di navbera Amerîka û Îranê de, wan biryar daye ku hemû operasyon û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Îraqê rawestînin.

Biryara krîtîk tenê rojek piştî îmzekirina peymana nû ya enerjiyê ya li Washingtonê hat, ku şîrketa navborî wekî veberhênerê biyanî û taybet ê herî mezin di qada nefta Îraqê de tê naskirin.

Hêjayî gotinê ye, HKN Energy ku rêveberiya zeviyên petrolê yên Sersing û Etrûşê yên li parêzgeha Duhokê dikir, di zeviyê Sersingê de xwediyê ji sedî 62 û di zeviyê Etrûşê de jî xwediyê ji sedî 25ê pişkan bû.

Du roj berê peymana piralî ya nirxê wê zêdetirî 60 milyar dolarî ye, li Odeya Bazirganî ya Amerîkayê di navbera Bexda û kompaniyên mezin ên wekî HKN, Chevron, ConocoPhillips û Halliburtonê de ji bo pêşxistina zeviyên neftê û zêdekirina hilberînê hatibû îmzekirin.

Ev veberhênanên mezin piştî wê yekê diyar bûn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump vê hefteyê li Qesra Spî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kiribû û pesnê çavkaniyên dewlemend ên nefta Îraqê dabû. Lê belê, geşedanên leşkerî yên dawî yên li asmanê herêmê bûn sedem ku ev pêngava aborî rûbirûyî astengiyên mezin bibe û vekişandina vê kompaniyê wekî metirsiyeke nû ya li ser pîşesaziya enerjiyê di qada navneteweyî de tê nirxandin.