IMFê pejirand ku 1 milyar dolarî bide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Fona Navdewletî ya Pereyan (IMF) pejirand ku 1,1 milyar dolarî bide Ûkraynayê dema ku 6emîn pêdaçûna bernameya xwe ya krediyê 48 mehan bi dawî kir.
Di wê daxuyaniyê de ku ji teref IMF ve hat dayîn, tê diyarkirin ku Lijneya Rêveberiyê di çarçoveya pakêta fînansê ya 4 salî ya Ûkraynayê de nirxandina xwe ya 6emîn temam kiriye.
Di daxuyaniye de bal tê kişandin bo yekê ku bi temambûna vekolana 6emîn, 1,1 milyar dolar ji Ûkraynaye re hatiye dayîn û bi vi awayî di çarçoveya pakêta fînanseye de tevahiya dayîna pere dê bibe 9,8 milyar dolar.
Her weha de hat bibîrxistin ku pakêta fînansê ya 48 mehan a 15,5 milyar dolarî ya ji bo Ûkraynaye di 31ê adara 2023yan de hatiye qebûlkirin û hat destnîşankirin ku bername ji bo teşwîqkirina aboriyê piştgirîya bipêşxistina aboriyê, bipêşxistina rêvebirinê û xurtkirina saziyan e.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.