PeyamaKurd - Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa roja yekkirina hemû hêzên Pêşmergeyan wekî "rojeke dîrokî" bi nav kir û ragihand ku ji niha pê ve ti hêzeke partîzanî namîne.
Cehfer Şêx Mistefa ji Rûdawê re axivî û da xuyakirin ku her çekdarê ku li derveyî yasa û rêzikên Wezareta Pêşmergeyan bimîne dê wekî "milîs" û "kirêgirtî" bê dîtin.
Şêx Mistefa destnîşan kir ku ev pêngav destpêka avakirina artêşeke modern û yekgirtî ye û diyar kir ku ji bo vê yekgirtinê mîlak li ser 138-139 hezar pêşmergeyan hatiye danîn, lê di qonaxa ewil de nêzîkî 100 hezar pêşmerge tevlî vê sîstemê dibin.
Cehfer Şêx Mistefa bal kişand ser van xalên sereke:
Karê partîzanî di nava Hêzên Pêşmergeyan de bi temamî hatiye qedexekirin û nabe çekdar ji bo hevrikiya siyasî bên bikaranîn.
Hemû pêşmerge niha di sîstema "Hejmara Min" de hatine tomarkirin, yek budce û yek yekîneyeke darayî dê hebe û cudahiyên mûçeyan dê nemînin.
Pêşmerge di destûra Iraqê de wekî "Parêzvanên Herêmê" cih girtine û divê meaş û îmtiyazatên wan bi yên leşkerên artêşa Iraqê re wekhev bin.
Şêx Mistefa hişyarî da ku tevî têkşikandina DAIŞê, hîn jî şaneyên wan ên razayî li herêmê û di nava bajaran de hene, û di van rojan de li Silêmaniyê nêzîkî 20 kesên ji wan şaneyan hatine desteserkirin.