PeyamaKurd – Fona Pera ya Navdewletî (IMF) texmîna xwe ya mezinbûna aboriya Tirkiyê ya sala 2026an ji nisbeta %3,4an daxist %2,9an. Ji bo sala 2027an jî texmîna mezinbûna an pêşdeçûna aboriyê Tirkiyê li asta %3,6an hişt.
IMF rapora xwe ya texmînî ya aboriya dinyayê û hinek welatên dinyayê belav kir. Rapora xwe di bin navê ‘Di Hevdîtina Şer û Teknolojiyê de Aboriya Kureyî’ de belav kir. Di rapora xwe de dibêje ku mezinbûna aboriya dinyayê di sala 2026an de %3 û di sala 2027an de %3,4 dê mezin bibe.
IMF, dibêje li gor salên 2024-2025an mezinbûna aboriya dinyayê li gor salên paşî baştir bû û li dora %3,5 bû. Sedema ferqa mezinbûna aboriya dinyayê bi mijarên weka şerê Rojhilata Navîn, pêşdeçûnên di bîra çêkirî de û teknolojiye.
Di raporê de tê gotin ku perçebûna di seha bazirganiyê de, bibe ku bilezîne, bandora neyînî li ser hilberîna aboriyê bike û bihayên tiştnan zêde bibe. Texmîna pêşdeçûna aboriya DYAyê di raporê de neguherî.
Di mezinbûna aboriya DYA de îsla %2,3 dide û ji bo sala bê 2,2 ye.Aboriya YEyê jibo îsala ji %1,1ê daxistiye %0,9an û ji bo sala bê, texmîna xwe %1,2 nîşan dide.
Texmîna îsal ya aboriya Çînê ji %3,3an derxistiye %4,6an û ji bo sala bê %4an derxistiye %4,1an.
Di raporê de her weha behsa rêjeyên aboriya Hindistanê, Rûsya, Îran, Tirkiye dike.