Ji Huawei pêngava veberhênanê bo Ewropayê: 3 milyar û 100 milyon dolar!

Ji Huawei pêngava veberhênanê bo Ewropayê: 3 milyar û 100 milyon dolar!

PeyamaKurd - Kompaniya Huawei ya Çînê ku ev demek e têkoşînê li ber dorpêç û sizayên Amerîkayê dide, ber bi welatên ewropî ve pêngavên veberhênanê davêje.

Kompaniya Huawei ku bi telefonên destan yek ji markeya herî naskirî û tê firotin e li seranser cîhanê ragihand, ew amade ne heta sala 2021an bi qasî 3 milyar û 100 milyon dolaran weberhênanê li Îtalyayê bikin û bi hezaran derfetên kar peyda bike.

Huawei piştî twanbarkirina rêveberiya Trump ev biryar wergirt ku Trump gotibû danûstandinên Huawei ligel îstîxbarata Çînê hene.

Rojnamaya Wall Street Journal a amerîkî diyar kir ku piştî helwesta Amerîkayê dê bi sedan karmendên wê kompaniya Çînî yên li Amerîkayê ji kar bêne dûrxistin.

Birêvebirê Giştî yê Huawei yê Italyayê, Tomas Miyaw di konferanseke rojnemevanî de li Mîlano da xuyakirin ku di salên bê de, ew dê bi qasî 1.9 milyar dolar di amûran de, û 1.2 milyar dolar di karên bazarkirinê de, û 52 milyon dolar jî di lêkolîn û pêşxistinê de, weberanînê li Italyayê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin