Ji IEA, IMF û Banka Cîhanî hişyariya qeyrana aborî

Ji IEA, IMF û Banka Cîhanî hişyariya qeyrana aborî

PeyamaKurd - Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê (IEA), Fona Diravî ya Navdewletî (IMF), Koma Banka Cîhanî û Rêxistina Bazirganiya Cîhanî piştgiriya civîna xwe ya bilind bi daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eger çûnûhatina deryayî venegere ser rewşa xwe ya asayî û asta xwe ya mehên havînê, rezervên petrolê yên cîhanê dê bi lez bihelin.

Rêveberên van saziyan rîskên mezin ên li ser ewlehiya dabînkirina sotemeniyê, seqamgiriya bazaran û berxwedana aborî ya giştî anîn ziman û bal kişandin ser ku dorpêça leşkerî ya Amerîkayê ya li ser Tengava Hurmizê ev qeyrana deryasayî kûrtir kiriye.