Kevin Warsh bû serokê FEDê

Kevin Warsh bû serokê FEDê

PeyamaKurd – Bi sedema wexta serokê Banka Navendî yê Amerîkayê qediya, di şûna wî de namzedê serokê Trump yê bi navê Kevin Warsh (35) bû serokê banka ya FEDê.

Li Koşka Sipî ji bo Warsh merasimekî li dar xistin û Warsh piştî sondê xwar dest bi karê xwe, bi awayekî fermî kir.

Di merasimê de Trump balê kişand ser perwerde û ciyê Warsh yê di asta bilind de û got:

“Li Amerîka ji bo ji Fedê re serokatiyê bike ji Kevin Warsh bi şiyantir kesekî nîne. Warsh 35 saliye û yek ji endamên rêvebiriyê yê herî gênc e. FED serbixwe ye.

Dixwazim Kevin bi temamî serbixwe be. Tenê dixwazim karekî gelek baş bike. Li gotinên ti kesî nerêne, li min nerêne û tenê bi zanîna xwe bike. Tu dê karekî baş bikî.”

Seroke Fedê yê berê û rêvebiriya Trump qet li hev nedikirn. Piştî sondê serokê nû yê Fedê Kevin Warsh ragihand ku wê biryar û kiryarên wî li ser esasê reforman be.

Warsh, ji zankoya Stanforde der çûye û derçûyê fakulta huquqê ya Harvardê ye. Di sala 2006-2011an de bû endamê rêvebiriya Fedê.