PeyamaKurd - Banka Navendî ya Iraqê ragihand ku li Iraq û Herêma Kurdistanê nirxê dolarê amerîkî li hember dînarê Iraqê daket.
Bankê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku 1 dolarê Amerîkî ku 1.515,00 dinar bû, Îro daketiye bûye 1.307,86 dînar.
Banka Navendî ya Iraqê roja Duşemê biryarek nû dabû ku deynên bi pareyên biyanî yên beriya 2024an, wê bi buhayê wê demê yê wan pareyan bê vegerandin.
Bankê dabû zanîn ku kesên beriya 2024an bi pareyen biyanî deyn kirine, divê deynên xwe bi dînar û bi buhayê fermî yê wê demê vegerînin.
Buhayê wê demê yê 1 dolarî, 1.320,00 dînar bû.
Banka Navendî ya Iraqê her wiha diyar kiribû ku ji bo aramkirina nirxê dolar ê li hember dînar, wan hin biryarên pêşîlêgirtina zêdebûna buhayê dolar standine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin