PeyamaKurd- Li seranserê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê, biyanî di nava 6 mehên ewilî yê salê de, li gor sala borî jimara şîrketên ku ava bûne %103,7 zêdetir bûn û gihan 5 hezar û 782 şîrketî. Rêje ji aliyê Yekîtiya Ode û Borsayan ve hatin aşkerakirin.
Ji van şîrketan yên ku li Kurdistanê an li bajarên hevpar hatine danîn, li Entabê 273 heb, li Antakyayê 236 û li Mersînê 276 şîrketin. Dema em li pereyên wan dinêrin, yê ku para Kurdistanê dikeve, li dora 50 mîlyon dalariye.
Wekî din jî kit e kit şîrket hene ku li bajarên Kurdistanê ji aliyê biyaniyan de hatine danîn lê di nava rêjeyê de adedên wan xuya nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin