PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Tirkiyeyê hatin ragihandin, piştî civîna dawî ya aliyan, mûçeya kêmane ji 8 hezar û 506 lîreyan ji bo 11 hezar û 402 lîreyan hat zêdekirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, Komisyona Diyarkirina Mûçeya Kêmane îro saet di 11:00an de cara sêyem bi beşdariya nûnerên karker, karsaz û hikûmetê civiya û mûçeyê kêmane diyar kir.
Di biryara ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku mûçeya kêmane yê mehane, ji 8 hezar û 506 lîreyan ji bo 11 hezar û 402 lîreyan hat zêdekirin.
Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan li ser mijarê got ku wan mûçeya kêmane ji rêjeya enflasyonê zêdetir bilind kirine û daxuyaniya xwe bi vî awayî berdewam kir:
“Xebatên Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Kêmane, bi lihevkirina nûnerên karker û karsazan bi dawî bûn. Niha mûçeya kêmane ya nû eşkere dikim. Ji bo heyama duyemîn a sala 2023yan, mûçeya kêmane ya bac û bîm jê nehatiye wergirtin 13 hezar û 414 lîre ye û mûçeyê kêmane yê safî wekî 11 hezar û 402 lîre hatiye diyarkirin. Me bi vê zêdekirina rêjeya %34, bi rêjeyeke ji ya enflasyonê gelekî zêdetir ku para xweşguzariyê di nav de ye zêdetir kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin