Kabîneya Kurdistanê guftûgoya derberê mûçeyên fermanber û alîkariya kasibkaran de dike

Kabîneya Kurdistanê guftûgoya derberê mûçeyên fermanber û alîkariya kasibkaran de dike

PeyamaKurd -Kabîneya herêma Kurdistanê îro dicive û guftûgoyê dê derbarê mûçeyên fermanberan û alîkarî kirina ji kasibkaran re dê bike.

Biryare îro Çarşemê (01.04.2020) bi serokatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, Kabîneya Herêma Kurdistanê bicive.

Sekreterê encûmena wezîran Amanc Rehîm ragehand, encûmena wezîran dê çend mijaran gotûbêj bike ku ew jî wiha ne:  

  • Çend pirsên ku girêdayî bi tevdîrên hikûmeta herêma Kurdistanê yên derbarê tekoşîna li hember vîrusa korona de.
  • Dabîn kirina mûçeyê fermanberên hikûmeta herêma Kurdistanê.
  • Guftûgo kirina proje biryarekî bo alîkariya wan kasibkarên ji ber qedexeya hatûçûnê zerermendbûne û debara jiyana xwe ji dest dane.
  • Guftûgo kirin derbarê amadekariyên wezaretên perwerde û xwandina bilind a xwendin bi online pêkanînê. Wezîrên wan her du wezaretan dê plana xwe aşkera bikin derbarê çareseriya xwandina îsal de.  
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin