930 koçber ji Rojava gihan basûrê Kurdistanê

930 koçber ji Rojava gihan basûrê Kurdistanê

PeyamaKurd- Rêvebirê giştî yê Navenda Hevpar ya Krîzê ya herêma Kurdistanê Hoşeng Muhammed bo Rûdawê ragihandiye ku 930 koçber ji Rojava gihane herêma Kurdistanê. Muhammed got ku gelek rêxistinên navdewletî amade ne alîkariya van koçberan bikin.

Muhammed ragihand ku duhî bi şev 472 kesên ku ji şer û pevçûnan reviyane gihane herêma Kurdistanê û di van çend rojên dawiyê de jimara koçberan gihaye 930 kesî.

Muhammed gotiye ku dê wan li kampa Berdereşê bicîh bikin û bi alîkariya rêxistinên navdewletî bo 140 malbatan konan vegirtine û wê tê de bimînin. Ev kamp bi sedema ku xelkê Mûsilê berê tê de bûn û dageriyabûn Mûsilê vala mabû. Hoşeng Muhammed got ku li dora 100 rêxistinên navdewletî ketine dewrê û dê bi van rêxistinan re bixebitin.

Li herêma Kurdistanê li dora 1 mîlyon û 41 hezar koçber hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin