PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, diyar kir ku divê Ewrûpa serbixwe be da ku di dinyaya ayende de xwedî îdîayekê be.
Macron, li Meclisa Federal a Almanyayê di merasima kesên di cenga cîhanê ya yekem de canê xwe ji dest dane de axivî.
Macron, li vir diyar kir ku li Ewrûpa bi taybet Fransa û Almanya xwedî wê misyonê ne ku rê nedin dinya bikeve nav qeyranekê.
Macron got: "Divê Ewrûpa bihêztir be û serbixwe be. Ji bo parastina xwe jî divê zêdetir mesûliyetê bigire. Ihtiyac bi serweriya mezin a Ewrûpayê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin