PeyamaKurd - Li ser nîqaş û daxuyaniyên vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê Berdevkê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê HSDê ye Emced Osman got, ‘Dê ev gav rê li ber xurtbûna terîstên DAIŞê veke’.
Berdevkê MSDê Emced Osman di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de got, “Wê ev gav rê bide hêzên terorist û DAIŞ xurtir bike ji ber ku şerê DAIŞ ne tenê leşkerî ye û divê ku Amerîka aghdar be.”
Osman diyar kir, hêzên kurdî ji bo rûbirûbûna êrîşên artêşa Tirkiyê yan jî hêzên din amadekariya berevaniya herêmên xwe dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Turmp doh li ser hesabê xwe yê twitterê gotibû, wan rêxistina DAIŞê li Sûriyê têk biriye ku mebesta hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê ew bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin