Çeteyên DAISê li Kerkukê êrîsî bîra neftê kirin

Çeteyên DAISê  li Kerkukê êrîsî bîra neftê kirin

PeyamaKurd - Çeteyên DAİŞê li Kerkûkê êrişî bîra neftê kirin, di encamê de polîsek hat kuştin.

Rêveberiya polîsê parastina şîrketa neftê ya Bakûr ya Iraqê, ku navenda wê li Kerkûkê ye, ragihandiye, şeva borî terorîstên DAİŞê êrişî bîra Elas kirin, ji ber wê jî di navbera wan û polîsên ku wê bîrê diparêzn de şer derket.

Rêveberiya polîsê parastina şîrketa Bakûr daye zanîn, di wî şerî de polîsek bi navê Hadî Xelayif hat kuştin.

 Çeteyên  DAİŞê dixwastin wê bîra neftê bigirin lê nekarîn.

Bîra petrolê ya Elas li kêleka çiyayê Hemrîn e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin