PeyamaKurd- Serokê Sirban yê berê Radovan Karadzic di dawa cezayê xwe yê temyîzê de ku bi sedema komkujiya Bosnayiyan û Sirbistanê dihat darizandin, cezayê muebbed an ku yê hetta bi hetayê danê.
Dadgeha cezayê ya Yûgoslavyayê ya navdewletî (ICTY) ku li Laheyê bû, bi sedema ku komkujî, sûcên cengî û li dijî mirovahiyê sûcan kiriye, di sala 2016an de 40 sal ceza dabûyê. Dadgeh di sala 2017an de rabû û di şûna wê de dadgeheka dinê ya navdewletî darizandinê girt ser xwe. Dadgeha bi navê Konseya Temyîzê ya Dadgehên Navdewletî yên Cezayê, cezayê herî dawiyê da Karadzicê 73 salî ku ew jî muebbed e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin