PeyamaKurd - Hêzeke milîsên Heşdî Şeibî berpirsyariya êrîşa balyozxaneya Behreynê ya li Bexdayê girte ser xwe.
Îro şemiyê (29.06.2019) berdevkê milîsên Hizbullah a Iraqê Cehfer Husynî ji malpera Rûsî ya RT re ragihand, êrîşa li ser balyozxaneya Behreynê karekî asayî bûye, ji ber wî welatî xiyanet li Qudisê kiriye.
Cehfer Huseynî ragihand, piraniya wan kesên beşdarî xwepêşandanê kirine, ser bi milîsên Hizbullah a Iraqê ne, ku bi agahdariya hêza milîs ve beşdar bûne û êrîş kirine ser balyozxaneya Behrênê ya li Bexdayê.
Roja 27.06.2019ê êvarî nêzîkî 200 kesan li pêş balyozxaneya Behreynê ya li Bexdayê xwepêşandanek pêkanîbûn û piştî şewitandina Ala Îsraîlê li pêş balyozxaneyê êrîşî avahiya balyozxaneyê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin