PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Tirkiye bo Xeta Transê ya Xaza Xwezayî (TANAP) ji komîsyona Awrûpayê, ji bernameya CEF Enerjiyê 5 mîlyon ewro pere hibe sitendiye.
Li gor ragihandina şîrketê, “Korîdora Xazê ya Başûr” noqteya herî girîng ya TANAPê ye ku xeta xaza Azerbeycanê bibe Awrûpayê.
Mesafa TANAP ê 850 km ye û ji sînorê Gurcistanê di nava Ardaxanê de derbas dibe û di 20 bajar û 67 navçeyan de diçe.
Kapasîta xetê salê 16 mîlyar m3 e. 10 mîyar m3 bo Awrûpayê û 6 mîlyar m3 bo Tirkiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin