PeyamaKurd – Navenda Tenduristiya Hewlêrê ragihand ku tîmên tenduristiyê li ser wan kesên ku derbasî nav Hewlêrê dibin, testa vîrusa koronayê dikin û paşê rê didin wan derbas bibin. Berdevkê wezareta tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir jî ragihandiye ku li seranserê Herêma Kurdistanê tenê 25 nexweşên Covid-19 mane.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed da xuyakirin, wan li çend rêbendên bajarê Hewlêrê dest bi testa koronayê li ser wan kesên ku dixwazin derbasî nav bajêr bibin, kiriye.
Dr. Dilovan Mihemed got, li rêbendên Xazir, Dareşekran, Dêgele, Şêrawe, Zorgezrawe, Balîsan û Hîranê tîmên tenduristiyê li ser wan kesên ku derbasî Hewlêrê dibin, testa koronayê dikin, paşê rê didin wan.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê da zanîn, vîrusa koronayê hatiye kontrolkirin lê hîn jî metirsî maye.
Berdevkê wezareta tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir jî ji BasNewsê re gotiye, li seranserê Herêma Kurdistanê 25 nexweşên koronayê mane û rewşa wan jî baş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin