PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Rûsyayê li Nalçikê tevlî civîna “Konseya Têkiliyên Navbera Grûbên Etnîk” bû û di civînê de axifî. Di civînê de behsa hinek pisporên Rûsî ku tevlî bernameyên televîsyonan bûne û li Kurdan heqaretê kirine û dîrokê berevajî şirove kirine, kir. Li ser mijara Kurdan serokê Rûsyayê Putin weha got:
“Ez bi taybetî dibêjim ku daîma di dîroke de bi Kurda re têkiliyên me yên baş hebûne. Tewer di ser de li ser sînorê navbera Tirkiyê û Sûriyê tişta ku bidestketiye, bi desteka Kurda çêbûye û li gor berjewendiyên wan çêdibe. Kurd vêya fêm dikin û ji dil xwe nêzî me dikin. Li jîngehên Kurdan bi awayeka baş pêşwaziya polîsên me yên leşkerî dikin. Mirov dibînin ku artêşa Rûsyayê bo parastina wan hatiye deverê û fêm dikin. Ev rastiyeka aşkeraye.”
Putin li ser mijara ku di eleyhiya Kurdan axaftin hatiye kirin û dîrok berevajî hatiye kirin, weha got:
“Kî li wê derê çi gotiye, çi gotinên beredayî gotine ez nizanim lê Kurd baş dizanin û gelek xweşbînin ku ti têkiliya wan gotinan bi rêvebiriya Rûsyayê re tine ye û Kurd di vê mijarê de ew çend zana û têgihîştîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin