Arîseya Tirkiyê bi Rûsya re, derbê li turîzma Tirkiyê dixe

Arîseya Tirkiyê bi Rûsya re, derbê li turîzma Tirkiyê dixe

PeyamaKurd- Arîşeyên navbera Tirkiyê û Rûsyayê ya di derbarê Idlibê de, derbê li aboriya Tirkiyê bi taybetî li ya tûrîzmê dixe. Ji niha de geştûguzariyên ji Rûsyayê bo Tirkiyê kêm bûn. Di arîşeya navbera Sûriyê û Tirkiyê ya li ser Idlibê de, Rûsya maf dide Sûriyê û bo Tirkiyê dibêje ku ew, di deverên di bin destê xwe de, terorîstan xwedî dike û soza xwe neaniye cîh.

Seroka Yekîtiya Operatorên Tûran ya Rûsyayê (ATOR) Maya Lomidze ragihand ku sektora tûrîzmê, ji mijarê bandoreka neyînî digre. 2 hefte berê gelek geşayî hebû lê niha kêm bû. Heya 2 hefte berê Tirkiye gelek li pêş bû. Sedem jî niha xelk li bende ye bê wê li pêwendiyên navbera Rûsya û Tirkiyê çi were.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin