PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û bal kişand ser hevahengiya navbera parêzgehên Iraqê.
Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê, li Pîrmamê pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê Heysem Elzehwanî kir.
Baregeha Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê, rewşa xizmetkariyan û hevahengiya di navbera parêzgehên Iraqê de hat kirin.