Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Yekîtiya Futbolê Dercal kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Yekîtiya Futbolê Dercal kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Yekîtiya Futbolê ya Iraqê Ednan Dercal kir.

Di wê hevdîtinê de, rewşa werzişê li Iraq û Herêma Kurdistanê hat nîqaşkirin û li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di warê werzişê de gutûgo hat kirin.

Serokê Yekîtiya Fitbolê ya Iraqê pesnê rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di warê piştgirîkirina tevgera werzişî û werzişvanan de li Iraq û Herêma Kurdistanê da, ku bûye sedema pêşketin û pêşengbûna tîmên werzişî yên Herêma Kurdistanê û bidestxistina gelek destkeftiyên girîng ên werzişî li ser asta Iraqê û navdewletî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li rola çalak a Serokê Yekîtiya Futbolê ya Iraqê di pêşxistina tevgera werzişî li Iraqê kir û hemû piştgiriya xwe ji bo wî anî ziman.