Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê Emar Hekîm kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hikmeyê Emar Hekîm kir

PeyamaKurd - Di civîna Hewlêrê de rewşa Îraqê û geşedanên herêmî hatin nirxandin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Serokê Tevgera Nîştimanî ya Hikmeyê Emar Hekîm kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Îraqê, Herêma Kurdistanê û guhertinên dawî yên li heremê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan di civînê de tekez li ser giringiya çareserkirina arêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de kirin û diyar kirin ku divê hemû pirsgirêk li ser bingeha destûra Îraqê werin çareserkirin.