PeyamaKurd - Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di raporta xwe ya nû de behsa pêla girtin û tepeserkirina rojnamevanên Îranê dike û aşkera kir ku Îran zîndana herî mezin a rojnamevanane li asta cîhanê de.
Li gor heman raportê Îran di rêzbendiya azadiya çapemenî û ragehandinê de, sala 2019an de navbera 180 welatan de di rêza 170 de ye, lê dema pirsa givaş û fişar bo ser jinên rojnamevanên jin jî bê holê di rêza yekem a cîhanê ango rêza 180yemîn de ye.
Berpirsê ofîsa Îran û Afganîstanê yê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas Reza Muînî dibêje: ‘’Îran berê yek ji pênc zîndan û girtîgehê herî mezin ê cîhanê bû bo rojnamevanan, lê naha bûye girtîgeh û zîndana herî mezin a cîhanê bo çalakvan û rojnamevanên jin.’’
Her wiha amaje bi 10 rojnamevanên jin ên li Îranê dike ku di girtîgehê de ne û daxwaz li raporterê taybet ê rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) dike ku pirsa mafê mirov li Îranê guftûgo bike, ku bi awayek lezgîn ew jinên girtîne bên azad kirin û hewldanên xwe zêde bikin.
RSF is alarmed by a new wave of arrests and interrogations of women journalists since the start of August in #Iran.
— RSF (@RSF_inter) August 26, 2019
The Islamic Republic is now the world’s biggest jailer of women journalists, with a total of ten currently held. pic.twitter.com/2X5rQ1rUfJ
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin