PeyamaKurd- Wezîrên karên hundir yên 5 dewletên Yekîtiya Awrûpayê di mijara koçberên ku di Derya Sipî de tên rizgarkirin, wê wan di navbera xwe de çawa parve bikin, lihev kirin. Her 5 dewlet Îtalya, Fransa, Almanya, Malta û Fînlandiya ne. Xalên ku her 5 dewlet li ser wan lihev kirine, wê di 8 ê cotmehê de, di civîna Yekîtiya Awrûpayê de bo temamê endaman bê pêşkêşkirin.
Ew koçberên ku bi hêviyên xweş dixwazin herin Awrûpa û bo xwe dahatûyeka xweş avabikin, bi mehan dikarin di keştyan de li ser avê bimînin. Dewletên dora Derya Sipî naxwazin wan qebûl bikin. Rawestgeha ewilî ya koçberan welatên Îtalya, Îspanya û Malta yê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin