PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê Nuredîn Ehmed, li ser bûyer û aloziyên ku li Hesekê ev du roj in û rû didin û nerazîbûnên Kurdan daxuyanî da.
Ehmed di daxuyaniya xwe ya li ser medya civakî belav kiriye de wiha got:
"Mafê we yê îfadekirina ramanê û xwestina mafên xwe, mafekî rewa ye ku em bi rêz û girîngiyeke mezin guh didinê. Lê belê ji bo ku dengê we bi hêz û bandor bimîne, divê em hemû xwedî li çalakiyên aştiyane derkevin û wan biparêzin.
Xerabkirina mal û milkên giştî yan taybet û ketina nava pevçûnan, tu carî xizmeta doza we nake; berevajî wê, zirarê dide ewlehiya civaka me û armancên we yên rewa dispêre aliyekî.
Ji ber wê yekê, em bangî hemû gelê xwe, bi taybetî jî ciwanên xwe yên hişyar dikin ku bi aqilmendî û bi berpirsiyariyeke mezin tevbigerin. Hêzên ewlehiyê yên li qadan, zarok û birayên we ne û erka wan a sereke parastina we û saziyên gelê me ye.
Divê em hemû bi hişmendî û bi berpirsiyarî tevbigerin, da ku em rê nedin tu aliyekî ku bixwaze hestên we bikar bîne û herêma me bixe nava tevliheviyê."