PeyamaKurd- Parêzgeriya Dêrsimê biryara qedexeya çalakiyan ya bo 15 rojan ragihand. Di nava çalakiyan de meş, xwepêşandan, vekirina stendan, civîna çapemeniyê û hwd.hene. Parêzgeh ragihand ku dibe bi sedema operasyonên derve yên Tirkiyê, xelkê li pey rêxistinan dikarin meş û xwepêşandan bikin lewra qedexeyê danî. Qedexe îro destpêdike û heya 2 hefteyan dewam dike.
Di çarçoveya vê qedexeyê de kesên ku bo meş û xwepêşandanan dixwazin îzne bigrin, divê seredana qeymeqaman an parêzgehê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin